TG Telegram Group & Channel
HÎNKER | United States America (US)
Create: Update:

#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_NEBINAVKIRÎ

* Hevalnavên nediyar/nebinavkirî:
Hevalnavên nebinavkirî navdêran bi awayekî nediyar bi me didin nasîn. Hevalnavên nebinavkirî ji cînavkên nebinavkirî pêk hatine.

* Hin hevalnavên nebinavkirî: Hin, gelek, çend, hemû, pir, din, çi/tu, filan...

Mînak:

Hin şolker li vê kargahê şol dikin.
• Em rastî gelek mirovên baş hatin.
• Nêçîrvanan çend xezal girtin.
Hemû xwendekarên vê zanîngehê jêhatî ne.
• Divê her xortek ji vê şerbetê vexwe.
• Îro şivanê me birek pez anî vir.
Tu/çi kes nikare bi me.
Filan xanimê ew xwarin çêkiriye.
Çi/tu dayîk bê zarok nikarin bextewer bibin.
Her gundî divê ji gundê xwe hez bike.

☑️Hişiyarî: Divê hevalnavên nediyar û cînavkên nediyar neyên tevlihevkirin.

Mînak:

Hemû kes hatin.
(peyva hemû berî navdêrê hatiye û hevalnav e)
Hemû hatin.
(peyva hemû şûna kesan girtiye û cînavk e)

#Luqman

@HINKER

>>Click here to continue<<

HÎNKER

Share with your best friend
VIEW MORE

United States America Popular Telegram Group (US)