TG Telegram Group Link
Channel: HÎNKER
Back to Bottom
46
47
🍃🌾Bi navê Xweda🌾🍃

Hîndarî: تمرین

1- Lêkerên di nav kevanekê de li gorî dema borî bikişînin.
۱. فعل‌های داخل پارانتز نسبت به زمان گذشته صرف کنید.

Sînem👩‍⚖

Duh ez serê sibê zû..rabûm..(rabûn). Min xwişka xwe hişyar..kir.. (kirin) û me bi hev re taştê..xwar..(xwarin). Min firaqên qirêjî..şûştin...(sûstin). Xwişka min jî nava malê ...malişt...(malaştin). Piştre, em bi hev re..derketin..(derketin), Xwişka min..çû..(çûn) dibistanê. Min jî rojnameyek..kirî.. (kirin) û ez ber bi kargeha xwe ve ..meşiyam...(meşîn). Ez saet di heştan de ..gihîştim...(gihîştin) kargehê. Min rojname..xwend..(xwendin). Saet di heşt û nîvan de min dest bi xebatê ..kir..(kirin), Saet di pêncan de min karê xwe ..qedand...(qedandin) û ji kargehê ..derketim..(derketin). Ez ..çûm.. (çûn) Kuçeya Hunerê. Min hevalên xwe..dîtin..(dîtin). Ez saet di heştan de..gihîştim.. (gihîştin) malê. Xwişka min jî malê..bû..(bûn). Me bi hev re li televîzyonê temaşe ..kir..(kirin). Ez saet di dozdehan de ...raketim..(raketin).
سینم:
دیروز من صبح زود بیدار شدم. خواهرم را بیدار کردم و باهمدیگه صبحانه خوردیم. ظرفهای کثیف را شستم. خواهرم هم داخل خانه را جارو کرد. بعد از آن باهم بیرون رفتیم، خواهرم رفت مدرسه، من هم یک روزنامه خریدم و به طرف کارگاهم حرکت کردم. ساعت هشت به کارگاه رسیدم . روزنامه خواندم. ساعت هشت و نیم شروع به کار کردم. ساعت پنج کارم را تمام کردم و از کارگاه بیرون آمدم. به کوچه هنر رفتم، دوستانم را دیدم. ساعت هشت به خانه رسیدم. باهمدیگه به تلویزیون نگاه کردیم. ساعت دوازده خوابیدم.

Zelal👩‍💼

Ez duh di saet çaran de ji dibistanê..derketim..(derketin). Ez li serwîsê siwar..bûm..( bûn) û..çûm..(çûn) malê. Dema ku ez..gihîştim..(gihîştin) malê, min hinekî bêhna xwe..veda.(vedan). Piştre min spartekên xwe..çêkirin.. (çêkirin). Piştî ku min spartekên xwe..qedandin..(qedandin), min şîv amade ..kir..
(kirin), Xwişka min saet di heştan de ..hat..(hatin) malê. Me bi hev re şîv..xwar...(xwarin) û televîzyon temaşe..kir..(kirin). Ez saet di yazdehan de...raketim.. (raketin).

زلال:
من دیروز ساعت چهار از مدرسه بیرون آمدم. سوار سرویس شدم و به خانه رفتم. زمانی که به خانه رسیدم، کمی استراحت کردم.
بعد تمریناتم را حل کردم. بعد از اینکه تمریناتم را تمام کردم، شام را آماده کردم. خواهرم ساعت هشت به خانه آمد، ما باهمدیگر شام خوردیم و تلویزیون تماشا کردیم. من ساعت یازده خوابیدم.


2- Hevokan bi lêkeran temam bikin.
۲. جملات را با افعال کامل کنید.

1- Sînemê duh sibeyê firaqên girêjî ..şûştin.. .
2- Sînemê li kargehê rojname xwendin.
3. Sînemê li Kuçeya Hunerê hevalên xwe...dîtin... .
4. Sînem saet di heştan de hat malê.
5- Zelal bi serwîse çû malê ..
6- Zelalê spartekên xwe...çêkirin..û şîv
...xwar.. .
7. Zelal saet di yazdehan de...raket...

۱. سینم دیروز صبح ظرفهای کثیف را شست.
۲. سینم در کارگاه روزنامه خواند.
۳. سینم در کوچه هنر دوستانش را دید.
۴. سینم ساعت هشت به خانه آمد.
۵. زلال با سرویس به خانه رفت
۶. زلال تمریناتش را حل کرد و شام خورد.
۷. زلال ساعت یازده خوابید.

🔘Li gorî bireserê kişandina lêkerên gerguhêz
صرف کردن افعال متعدی نسبت به مفعول

Lêker: kirde + bireser = pêveber
فعل: فاعل + مفعول = گزاره

Dîtin: Te ez dîtim.
... Min tu dîtî.
... Wan ew dît.
... We em dîtin.
... Wê em dîtin.
... Me hûn dîtin.
... Wî ew dîtin.

تو من را دیدی.
من تو را دیدم.
آنها او را دیدن.
او (مونث) او را دید.
ما شما را دیدیم.
او (مذکر) آنها را دید.

Rûpela 46 📙

@HINKER
3- Lêkerên di nava kevanekê de li gorî dema borî bikişînin.
۳. فعل‌های داخل پارانتز را نسبت به زمان گذشته صرف کنید.

Stran / Nesrîn: ترانه/ نسرین

Te ez...kuştim..(kuştin).
Te ez..kuştim...(kuştin).
Dilê min dixwaze te bibîne Kulîlka sor û şînê.
Te ez pîr...kirim..(kirin) lê dînê.
Te ez pîr...kirim..(kirin) lê dînê.

4- Lêkerên di nava kevanekê de li gorî dema borî bikişînin.
۴. . فعل‌های داخل پارانتز را نسبت به زمان گذشته صرف کنید.

1- Min duh xwişkên xwe..dîtin..
(dîtin).
2- Ez bi Mizgînê re..meşiyam..(meşin).
3- Waneya me saet di pêncan de...qediya...(qedîn).
4. Min duh êvarê rojname..nexwend..(ne/xwendin).
5. Zozanê duh cilên xwe...şûştin..(şûştin).
6- Me saet di nehan de şîv...xwar..(xwarin).
7. Te name..nivîsî..(nivîsîn)?
8- Te ez..nedîtim..(ne/ditin)?
9- Delalê Rohat..vexwand..(vexwendin).
10- Me ji bo taştê hêkerûn..çêkir..(çêkirin).
11. Ew..hilkişiya...(hilkişîn) ser darê.
12- Ez duh..neçûm.(ne/çûn) dibistanê.
13- Em deh sal berê..hatin..
(hatin) Stenbolê.
14- Zelal ji ser darê..ket..
(ketin).
15- Min ji Zelalê hez..kir..(kirin).

۱. من دیروز خواهرانم را دیدم.
۲. من با مزگین گشتم.
۳. کلاس ما ساعت پنج تمام شُد.
۴. من دیروز عصر روزنامه نخواندم.
۵. زوران دیروز لباسهایش را شُست.
۶. ما ساعت نُه شام خوردیم.
۷. تو نامه نوشتی؟
۸. تو من را ندیدی؟
۹. دلال روهات را فرا‌خواند.
۱۰. ما برای صبحانه نیمرو درست کردیم.
۱۱. او از درخت بالا رفت.
۱۲. من دیروز نرفتم مدرسه.
۱۳. ما دَه سال قبل به استانبول اومدیم.
۱۴. زلال از روی درخت افتاد.
۱۵. من زلال را دوست داشتم.

5. Lêkerên di nav kevanekê de li gorî dema borî bikişînin.
۵. فعل‌های داخل پارانتز را نسبت به زمان گذشته صرف کنید.

Pêkenok
Rojan rojekê..çû.. (çûn) malekê....(bû) mêvan. Kevaniya malê ji wî re şorbe..çêkir...(çêkirin) û...danî..
(danîn) ber. Lê kevçî ji bîr..kir.. (kirin). Rojanî..dît..(dîtin) ku kevçî tune ye...got...(gotin): Xwişkê, xwişkê! Ji kerema xwe re kêrê bîne!
- Gelo tu yê bi kêrê çi bikî?
- Ez ê guhê xwe jê bikim û bi wî şorbeyê vexwim.😂

طنز

روژان یک روز به خانه ای رفت و مهمان شد. خانم خانه برایش آبگوشت درست کرد و گذاشت جلویش، اما قاشق را فراموش کرد. روژان دید که قاشق نیست، گفت: خواهر، خواهر لطفا یک چاقو را بیاور
- با چاقو چیکار میکنی؟
- گوشم را میبُرم باهاش آبگوشت میخورم.😐😂


Rûpela 47📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_PIRîIYARÎYÊ

* Hevalnavên pirsîyarîyê navdêran bi rêya pirsê bi me didin nasîn. Gava em pirsê ji navdêrê bikin bersiv jî dîsa hevalnaveke din e.

* Hin hevalnavên pirsîyarîyê ev in: Kîjan, çend, çiqas, çilo, çawa ...

Mînak:

🔸Ava kanîyê çawa ye? Ava kanîyê zelal e.
🔹Te çend pênûs kirîn? Min şeş pênûs kirîn.
🔸Çiqas berf barî? Pîçek berf barî.
🔹Kîjan xwendekarî xelat wergirt? xwendekarî xelat wergirt.

* Her wekî diyar e, hevalnava "Çend" ji bo tiştên ku tên jimartin tê bikaranîn; hevalnava "çiqas" ji tiştên ku nayên jimartin, lê xwedî tibabekê ne tê bikaranîn.

Hin mînakên din:


• Karê çawa rind e?
Çiqas pirtûk pêwîst in?
Çend mêvanên we hene?
• Baweriya te çiqas xurt e?
• Gulistanê fîstanekî çawa kiriye?
• Li mala bavê bûkê çend zava hene.

☑️Hişiyarî: divê hevalnavên pirsîyarîyê û cînavên pirsîyarîyê neyên tevlihevkirin.

Mînak:

• Te çend nan xwar?
(peyva "çend" berî nan hatiye û hevalnav e )

• Te çend xwar?
(peyva "çend" şûna navdêrekî girtiye û cînavk e)

#Luqman

@HINKER
48
49
♦️B. Azad çû pirtûkxaneyê
آزاد به کتابخانه رفت

Ez duh çûm pirtûkxaneyê. Min du pirtûkên çîrokan wergirtin. Ez ê wan bixwînim. Meha çûyî jî min sê pirtûk xwendin. Pirtûkeke bi navê Çîrokên Gelêrî hebû. Gelekî kêfa min ji wê re hat. Di wê pirtûkê de der barê Ristemê Zal de çîrokek hebû. Ew çîrok pir balkêş bû. Di wê çîrokê de lehengiya Ristemê Zal pir kêfa min anî. Mirov bi çîrokên wiha dilşad dibe. Wekî din jî gelek çîrokên xweş di wê pirtûkê de hebûn.
من دیروز به کتابخانه رفتم. من دو تا کتاب داستان گرفتم. من آنها را خواهم خواند. ماه گذشته هم من سه کتاب خواندم. یک کتاب به نام داستان های سنتی هم بود. من از آن خیلی خوشم آمد. در آن کتاب درباره رستم زال داستانی وجود داشت. این داستان خیلی جالب بود. در این داستان جوانمردی و پهلوانی رستم زال خیلی برای من جالب بود. آدم با داستان های این چنینی دل شاد می شود. همچنین خیلی از داستان‌های جالب دیگر نیز در آن کتاب بودند.

1. Pirsên li jêr li gorî nivîsa li jor bibersivînin.
بنابر نوشته بالا جواب سوالات زیر را بدهید.

1. Azad duh çû ku derê?
Ew duh çûbû pirtûkxaneyê.
2. Wî çend pirtûk wergirtin?
Wî du pirtûkên çîrokan wergirtin.
3. Wî meha çûyî çend pirtûk xwendin?
Wî meha çûyî sê pirtûk xwendin.
4. Kêfa wî ji kîjan pirtûkê re hat?
Kêfa wî ji pirtûka Çîrokên Gelêrî re hat.
5. Kêfa wî ji kîjan çîrokê re hat?
Kêfa wî ji çîroka Ristemê Zal re hat.

۱. آزاد دیروز کجا رفت؟
او دیروز به کتابخانه رفته بود.
۲. او چند کتاب گرفت؟
او دوتا کتاب داستان گرفت.
۳. او ماه گذشته چند کتاب خواند؟
او ماه گذشته سه تا کتاب خواند.
۴. او از کدام کتاب خوشش آمد؟
او از کتاب داستان های سنتی خوشش آمد.
۵. او از کدام داستان خوشش آمد؟
او از داستان رستم زال خوشش آمد.

Rûpela 48📙

@HINKER
♦️C. Geşt û seyran/ گشت و گذار

Çiya: Roj baş Dilhat. Tu duh li ku derê bûyî?
Dilhat: Roj baş hevalê Çiya, ez duh bi hevalan re çûm ser Kela Wanê.
Çiya: Te çima gazî min nekir?
Dilhat: Min telefonî malê kir, lê tu ne li malê bûyî.
Çiya: Xem neke, geşta we çawa derbas bû?
Dilhat: Gelekî xweş bû. Em serê sibê zû rabûn. Em bi erebeya Reşo çûn.
Çiya: Reşo jî hat?
Dilhat: Belê, ez, Reşo, Gulê, Demhat û Fatê em bi hev re çûn. Em zû gihîştin wê derê. Me ji xwe re cihekî xweş dît û em li wir rûniştin. Me taştêya xwe xwar. Dûre, em hilkişiyan ser kelê. Ji ser kelê bajarê Wanê pir xweş xuya dike. Li wir hin zarok hebûn. Wan ji me re qala dîroka Kela Wanê kir. Me gelek wêne kişandin. Paşê em daketin jêr, me firavîn xwar.
Çiya: Noşîcan be, we çi xwar?
Dilhat: Me bi xwe re masî birin û li ser manqelê biraştin.
Çiya: We paşê çi kir?
Dilhat: Paşê jî Demhat li tembûrê da û me li ber govend girt. Roja me pir xweş derbas bû.

چیا: روز به خیر دلهات. تو دیروز کجا بودی؟
دلهات: روز به خیر دوست من چیا، من دیروز به همراه دوستان بر روی قلعه وان رفتم.
چیا: چرا به من هم خبر ندادی؟
دلهات: من به منزل زنگ زدم، ولی تو منزل نبودی.
چیا: مشکلی نیست، گردش شما چگونه گذشت؟
دلهات: خیلی خوش گذشت. ما صبح زود بیدار شدیم. ما با ماشین رشو رفتیم.
چیا: رشو هم آمد؟
دلهات: بله، من، رشو، گله، دمهات و فاته با هم رفته بودیم. ما زود به آنجا رسیدیم. ما برای خود جای باصفایی پیدا کردیم و آنجا نشستیم. ما صبحانه خود را خوردیم. بعد، ما بر بالای قلعه رفتیم. بر بالای قلعه شهر وان خیلی زیبا به چشم می خورد. در آنجا بچه هایی بودند. آنها برای ما بحث تاریخ قلعه وان را کردند. ما خیلی عکس کشیدیم. بعد ما پایین آمدیم، ما ناهار را خوردیم.
چیا: نوش جان، شما چی خوردید؟
دلهات: ما با خودمان ماهی بردیم و بر روی کباب پز کباب کردیم.
چیا: بعد شما چه کار کردید؟
دلهات: بعد هم دمهات تنبور زد و ما رقصیدیم. روز ما خیلی خوش گذشت.

1. Pirsên li jêr li gorî diyalogê bibersivînin.
بنار گفتگو جواب سوالات زیر را بدهید.

1. Dilhat û hevalên xwe çûn ku derê?
Ew duh çûn ser Kela Wanê.
2. Ew bi çi çûn?
Ew bi erebeya Reşo çûn.
3. Wan piştî taştê çi kir?
Piştî xwarina taştê ew hilkişiyan ser kelê.
4. Kê ji wan re qala dîroka Kela Wanê kir?
Hin zarokên li wir ji wan re qala dîroka Kela Wanê kir.
5. Ji ser kelê dîmenê bajêr çawa bû?
Ji ser kelê bajarê Wanê pir xweş xuya dikir.
6. Di firavîne de wan çi xwar?
wan bi xwe re masî biribûn û li ser manqelê biraştibûn.
7. Wan li ber çi govend girt?
Demhat li tembûrê da û wan li ber govend girt.
۱. دلهات و دوستانش کجا رفتند؟
آنها دیروز بر روی قلعه وان رفتند.
۲. آنها با چی رفتند؟
آنها با ماشین رشو رفتند.
۳. آنها بعد از صبحانه چکار کردند؟
آنها بعد از خوردن صبحانه بر روی قلعه رفتند.
۴. کی برای آنها بحث تاریخ قلعه وان را کرد؟
بعضی از بچه های آنجا برای آنها بحث تاریخ قلعه وان را پیش کشیدند.
۵. بر روی قلعه دورنمای شهر چگونه بود؟
بر روی قلعه شهر وان خیلی زیبا به نظر می رسید.
۶. هنگام ناهار آنها چی خوردند؟
آنها برای خود ماهی برده بودند و بر روی کباب پز کباب کرده بودند.
۷. آنها با چی رقصیدند؟
دمهات تنبور زد و آنها با صدای تنبور شروع به رقص کردند.

Rûpela 49📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_ŞANÎDANÊ

* Hevalnavên şanîdanê/nîşanê: Ev hevalnav, bi xwe cînavkên şanîdanê ne. Cînavkên şanîdanê "ev, ew" dema ku dikevin ber navdêran û wan nîşanî mirov didin, dibin hevalnavên şanîdanê.
Hevalnavên şanîdanê beriya navdêran tên û navdêran bi awayê îşarkî diyar dikin, hevalnavên tewandî him bi xwe tewandî ne û him jî navdêrên piştî xwe ditewînin.

💠Xwerû

Mînak:

Ev gul bêhn didin.
Ew xanî hatin firotin.
Ev debistana mezin a min e. (nêzîk)
Ew debistana mezin a min e. (dûr)

💠Tewandî

Mînak:

zarokî silav li min kir.
xortî dibînim.
hevalê çi xwest?
keçê bazinê xwe winda kir.
Van pirtûkan bibe malê.
Wan xwendekaran kêfa min anîn.

☑️Hişiyarî: Divê cînavkên nîşanî û hevalnavên nîşanî neyên tevlihevkirin. Cînavkên nîşanî rasterast cihê navdêran digirin; lê hevalnavên nîşanî tên pêşiya navdêran û wan dinimînin.

Mînak:

Ew heval çi dike?
(peyva "ew" peyva "heval" nîşan dide û hevalav e)
Ew çi dike?
(peyva "ew" cihê heval girtiye û cînavk e)

#Luqman

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_NEBINAVKIRÎ

* Hevalnavên nediyar/nebinavkirî:
Hevalnavên nebinavkirî navdêran bi awayekî nediyar bi me didin nasîn. Hevalnavên nebinavkirî ji cînavkên nebinavkirî pêk hatine.

* Hin hevalnavên nebinavkirî: Hin, gelek, çend, hemû, pir, din, çi/tu, filan...

Mînak:

Hin şolker li vê kargahê şol dikin.
• Em rastî gelek mirovên baş hatin.
• Nêçîrvanan çend xezal girtin.
Hemû xwendekarên vê zanîngehê jêhatî ne.
• Divê her xortek ji vê şerbetê vexwe.
• Îro şivanê me birek pez anî vir.
Tu/çi kes nikare bi me.
Filan xanimê ew xwarin çêkiriye.
Çi/tu dayîk bê zarok nikarin bextewer bibin.
Her gundî divê ji gundê xwe hez bike.

☑️Hişiyarî: Divê hevalnavên nediyar û cînavkên nediyar neyên tevlihevkirin.

Mînak:

Hemû kes hatin.
(peyva hemû berî navdêrê hatiye û hevalnav e)
Hemû hatin.
(peyva hemû şûna kesan girtiye û cînavk e)

#Luqman

@HINKER
50
51
Unîte 4 Spartek تکالیف

❇️A- Xebata li ser peyvan
کار بر روی کلمات

🔯 1- Lêkerên li jêr li gorî dema borî bikişînin û di cihê rast de bi cih bikin.
افعال زیر را براساس زمان گذشته صرف کنید و در جای درست به کار ببرید.


Civîn «جمع شدن» - lîstin «بازی کردن» - raketin «خوابیدن» - rûniştin «نشستن» - westîn «خسته شدن» - sekinîn « ایستادن» - çêkirin « درست کردن» - ketin «افتادن» - kirin «انجام دادن» - çûn «رفتن» - vegerîn « بازگشتن» - vêxistin « روشن کردن» -
gerîn «گردش کردن» - raxistin « پهن کردن»

🔹Pêr ez bi hevalên xwe re çûm seyranê. Em serê sibê zû li ber deriyê Rihayê civîyan û bi siwareyê çûn.
Em li cihekî bi dar û ber sekinîn. Me berikek raxist û em rûniştin.
Zinar agir vêxist û çay çêkir. Me taştê amade kir. Piştî taşteyê em li derdorê gerîyan. Piştre me bi gogê lîst. Ferhat û Arda ketin avê.
Em berêvarê vegerîyan malê. Rojeke pir xweş bû. Lê ez pir westîyam, lewre jî ez zû raketim.

من پریروز با دوستانم به گردش رفتم. ما صبح زود جلوی در رحا جمع شدیم و با اتومبیل رفتیم. ما در بستانی توقف کردیم. زیراندازی پهن کردیم و نشستیم.
زنار آتش روشن کرد و چای درست کرد. ما صبحانه را آماده کردیم. بعد از صبحانه در اطراف گشتیم. سپس با توپ بازی کردیم. فرهات و آدار شنا کردند.
عصر به خانه برگشتیم. روز بسیار خوبی بود منتهی من خیلی خسته شدم، به همین دلیل هم زود خوابیدم.

❇️B- Xwendin

Rojan çû muzeyê.
Ez roja yekşemê çûm muzeyê. Bavê min ez birim muzeya bajêr. Me di muzeyê de tiştên gelekî balkêş dîtin. Li muzeyê pêşaneya tiştên kevn û dîrokî hebû.
Di pêşaneyê de tiştên mîna qafik, tasik, destar, derzî û tevşo hebûn. Tiştê herî balkêş xemlên jinan bûn. Xişirên zîvîn û zêrîn gelekî xweşik bûn.
Gerînendeyê muzeyê ji me re qala serdemên berê kir. Di muzeyê de hinek kevir hebûn. Li ser wan jî hinek nivîsên cihêreng hebûn. Me tu tişt ji wan nivîsan fêm nekir.
Bavê min got, " Ev nivîsên bizmarî ne" li ber her nivîsê jî wateya wê hebû. Ez bi vê serdanê hînî pir tiştan bûm.
روژان به موزه رفت
من روز یکشنبه به موزه رفتم. پدرم من را به موزه شهر برد. ما در موزه چیزهای جالبی دیدیم. در موزه گالری چیزهای قدیمی و تاریخی وجود داشت.
در گالری چیزهایی مانند کوزه، کاسه، دستار، سوزن و تیشه وجود داشت. چیز بسیار جالب زیور زنان بود. زیورآلات نقره ای و طلائی خیلی زیبا بودند. راهنمای موزه در رابطه با تمدن و تاریخ گذشته صحبت کرد. در موزه تعدادی سنگ وجود داشت. بر روی آنها هم نوشته های مختلفی وجود داشت. ما چیزی از آن نوشته ها نفهمیدیم.
پدرم گفت: «این نوشته‌ها میخی هستند»، مقابل هر نوشته معنای آن هم وجود داشت. من با این بازدید چیزهای زیادی یاد گرفتم.

1- Pirsên li jêr li gorî nivîsa li jor bibersivînin.
پرسشهای زیر را براساس نوشته بالا پاسخ دهید.

1. Rojan roja yekşemê çû ku derê?
Rojan roja yekşemê çû muzeyê.
2. Kê ew bir muzeyê?
Bavê wê ew bir muzeyê.
3. Li muzeyê pêşaneya çi hebû?
Li muzeyê pêşaneya tiştên kevn û dîrokî hebû.
4. Herî zêde çi bala wê kişand?
Herî zêde xemlên jinan bala wê kişand.
5. Kê qala şaristanî û serdemên berê kir?
Gerînendeyê muzeyê qala şaristanî û serdemên berê kir.
6. Li muzeyê nivîsên çawa hebûn?
Li muzeyê nivîsên bizmarî hebûn.

۱.روژان روز یکشنبه کجا رفت؟
روژان روز یکشنبه به موزه رفت.
۲. چه کسی او را به موزه برد؟
پدرش او را به موزه برد.
۳. در موزه گالری چه چیزی وجود داشت؟
در موزه گالری چیزهای قدیمی و تاریخی وجود داشت.
۴. بیش از همه چه چیزی توجه او را جلب کرد؟
زیور زنان بسیار توجه او را جلب کرد.
۵.چه کسی در مورد تمدن و تاریخ گذشته حرف زد؟
راهنمای موزه در مورد تمدن و تاریخ گذشته حرف زد.
۶.در موزه چه نوشته هایی وجود داشتند؟
در موزه نوشته های میخی وجود داشتند.

Rûpela 50 📙

@HINKER
❇️ Dîlan çû seyranê.
دیلان به گردش رفت.

Pêr em bi malbatî çûn geşt û seyranê. Em ne bi tenê bûn, mala xaltîka min jî bi erebeya xwe hatin. Em çûn ber Çemê Dîcleyê. Geşta me gelekî xweş bû. Hewa pir xweş bû. Em serê sibê zû ji malê derketin û bi erebeyê çûn. Ji ber vê yekê jî me cihekî xweş bi dest xist û em rûniştin.

پریروز ما خانوادگی به گردش رفتیم. ما تنها نبودیم، خانواده خاله ام هم با ماشین خودشان آمدند. ما رفتیم کنار رود دجله. گردش ما بسیار خوب بود.
هوای خیلی خوبی بود. ما صبح زود از خانه بیرون آمدیم و با ماشین رفتیم. به همین دلیل هم جای مناسبی گیر آوردیم و نشستیم.

Cihê me bi dar û ber bû û nêzîkî avê bû. Li wê derê kaniyek hebû. Ava wê pir cemidî bû. Me tiştên xwe ji erebeyê danîn.
Me berikek raxis, mînderên xwe jî danîn ser berikê û em rûniştin. Bavê min ji me re hêlekanek çêkir. Bi me re gog jî hebû.

جای ما سرسبز و نزدیک آب بود. در آنجا یک چشمه وجود داشت. آب آن چشمه بسیار سرد بود. ما وسایلمان را از ماشین بیرون آوردیم.
حصیرهایمان را پهن کردیم زیراندازها را هم روی حصیرها پهن کردیم و نشستیم. پدرم برایمان یک تاب درست کرد. توپ هم همراهمان بود.

Hinekan dest bi amadekirina taştêyê kir. Hinekan jî agir vêxist. Heçî em zarok bûn, kesî ji me tu kar nexwest. Heta ku xwarin amade bû, em li derdorê geriyan. Piştî demeke kurt taştê amade bû. Me taştêya xwe xwar. Piştre me hemûyan bi hev re bi gogê lîst.

بعضی ها شروع کردند به آماده کردن صبحانه. بعضی ها هم آتش روشن کردند. هر چه ما بچه ها بودیم، کسی کاری از ما نمیخواست. تا غذا آماده شد ما گشتی در دور و اطراف زدیم. پس از زمان کوتاهی صبحانه آماده شد. ما صبحانه خوردیم، سپس همگی با توپ بازی کردیم.

Paşê xaltîka min û hevserê wê goşt amade kir. Bavê min û diya min jî manqel vêxist. Goşt danîn ser manqelê û me di firavînê de goşt xwar. Me dîsa bi topê lîst û em li hêlekanê siwar bûn.
Sîdar û Tacdîn ketin avê. Bi apê Hogir re nîk hebû. Piştî nîvro wî û bavê min li ber çêm masî girtin û li ser manqelê masî biraştin û me jî goştê masiyan xwar. Çêja goştê masiyan pir xweş bû.
Em berêvarî vegeriyan malê. Rojeke pir xweş bû. Lê em pir westiyan, lewre jî em zû raketin.
سپس خاله ام و همسرش گوشت آماده کردند. پدر و مادرم هم منقل روشن کردن. گوشت را روی منقل گذاشتند و ما نهار گوشت خوردیم. باز هم با توپ بازی کردیم و سوار تاب شدیم. سیدار و تاجدین شنا کردند.
همراه عمو هوگر قلاب ماهیگیری هم بود. بعد از نهار او و پدرم در کنار رودخانه ماهی گرفتند و روی منقل ماهی کباب کردند و ما هم گوشت ماهی خوردیم. طعم گوشت ماهی ها بسیار عالی بود.
ما عصر به خانه برگشتیم. روز خیلی خوبی بود، منتهی ما خیلی خسته شدیم به همین دلیل هم زود خوابیدیم.

🔯 2- Bersiva van pirsên li jêr bidin.
پاسخ سوالات زیر را بدهید.

1. Ew kengî çûn geşt û seyranê?
Ew pêr çûn geşt û seyranê.
۱. آنها کی به گردش رفتند؟
آنها پریروز به گردش و سیاحت رفتند.

2. Ew çûn ku derê?
Ew çûn ber Çemê Dîcleyê.
۲. آنها کجا رفتند؟
آنها رفتند کنار رود دجله.

3. Ew li cihekî çawa rûniştin?
Ew li cihekî xweş rûniştin.
۳. آنها در چه جور جایی نشستند؟
آنها در جای خوب(مناسبی) نشستند.

4. Zarokan heta xwarinê çi kir?
Zarok heta dema xwarinê li derdorê geriyan.
۴. بچه ها تا وقت غذا چه کار کردند؟
بچه ها تا وقت غذا در دور و اطراف گشتند.

5. Kê ji zarokan re hêlekan çêkir?
Bavê Dîlanê ji zarokan re hêlekan çêkir.
۵. چه کسی تاب برای بچه ها درست کرد؟
پدر دیلان تاب برای بچه ها درست کرد.

6. Wan di firavînê de çi xwar?
Wan di firavînê de goşt xwar.
۶. آنها نهار چه چیزی خوردند؟
آنها نهار گوشت خوردند.

7. Piştî firavînê Sîdar û Tacdîn çi kir?
Piştî firavînê ew her du ketin avê.
۷. سیدار و تاجدین بعد از نهار چه کار کردند؟
آنها بعد از نهار شنا کردند.

8. Kê masî girtin?
Bavê Dîlanê û Apê Hogir masî girtin.
۸. چه کسانی ماهی گرفتند؟
پدر دیلان و عمو هوگر ماهی گرفتند.

9. Ew kengî vegeriyan malê?
Ew berêvarî vegeriyan malê.
۹. آنها چه وقت به خانه برگشتند؟
آنها عصر به خانه برگشتند.

10. Ew çima zû raketin?
Ji ber ku ew pir westiyabûn.
۱۰. آنها چرا زود خوابیدند؟
برای اینکه آنها بسیار خسته بودند.

Rûpela 51 📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar: #HEVALNAV_LI_GORÎ_ÇÊBÛNA_XWE

* Hevalnav jî li gorî sazbûna xwe dibin çar bir. Hevalnavên xwerû, pêkhatî, hevdudanî, kompleks.

Hevalnavên xwerû

1⃣Ew hevalnav parçe nabin. Jixwe ew kok in. Qertafên çêker nagirin.

Mînak:

Pisîka reş, dara mezin, hesteke xurt, kirasê kesk, çiyayê bilind, birayê hêja, ava sar...

Hevalnavên pêkhatî

2⃣Ev hevalnav bi alîkariya peyveke watedar û qertafan pêk tên.

* Hin paşgirên ku hevalnavên pêkhatî pêk tînin ev in.

Mînak

Şewitî, kelandî, guhdar, beza, zana, qersa, hûsta, dilwar, ronak, mînak, mêrane, dêrane, maldar, baldar, xwende, bende, zivîn, zêrîn, tirsnak, xemnak, hişiyar, zaniyar, şermezar, tirsonek, bezonek, tengezar, mirar, xewar, şerûd, nîvco, bazirgan, paqij, tolaz, serwar, germoyî, reşik,dilêr...

* Rayeka dema niha ya hin lêkeran jî wekî paşgir hevalnavan pêk tînin.

Mînak:

• mêrkuj, şîrmêj
xwînrêj, drewker, dilrevîn, xêrxwaz,bir, malxur, dûravêj, xweşbêj, pirbêj, hûrbîn, piştgir, welatfiroş, balkêş, gurxenêq...

Hin pêşgirên ku hevalnavên pêkhatî pêk tînin.

* /ho-/ Ji rayeka lêkerên dema niha hevalnavan çêdike.

hogir, hozan...

* /zir-/ mezinbûn û resenbûna taybetiyeke neyînî nîşan dide.

zirker, zirdîn...

* /kele-/ di gel navdêran hin hevalnavan jî çêdike.

kelepîr, kelejin...

* /qeş-/ ev di bingeha xwe de ji bêjeya qaşo tê lê wekî pêşgir jî cih digire.

Qeşmer...

* Daçekên "bi-" û "bê-" û hevokên mîna "ser, bin, ber" tên ber navdêran û pê hevalnav çêdibin.

/bi-/: binav, biav, bihêvî
/bê-/: bêbext, bêhêvî, bêav

* Bi hevokên wekî "ser, bin, ber" jî gelek hevalnav pêk tên.

Serdest, bindest, berdest...

* /çele-/: ji hevalnavekê hevalnaveke din pêk tîne.

Çelexwar...

* Daçeka neyîniya /ne-/ li vê derê rola pêşgirê bi cih tîne.

nezan, nexweş, nemir...

* Hevalnava /bed-/ di kurdî de rengê pêşgirekê wergirtiye.

bedbext, bednav...


Hevalnavên hevedudanî

3⃣Ev Hevalnav herî kêm ji du peyvan pêk tên. carinan jî daçek dikeve navbera wan.

* Hevalnavên hevedudanî bi çend awayan pêk tên:

a- Navdêrek tê ber hevalnavekê û hevalnaveke nû pêk tîne.

Mînak:

• porzer, çavreş, bejinbilind, guhbel, diranspî...

b- Her wiha hin caran jî hevalnav berî navdêrê tê û bi vî awayî hevalnaveke nû pêk tîne.

Mînak:

• kêmxwê, têrxwê, têrtijî, kêmaqil, xweşmêr, kalemêr, pîrejin...

c- Hin caran jî du navdêr têne ber hev û hevalavekê pêk tînin.

Mînak:

• Çavxezal, cegerxwîn, bejinrîhan, devgirêz...

d- Hin caran daçekek tê ber navdêrekê yan jî dikeve navbera du navdêran û hevalnavekê pêk tîne.

Mînak:

• Jipiya, jidil, dilbiêş, çavlirê, bejinlihev, dilbikul, rûbimast...

Hevalavên kompleks

4⃣Hin caran hevalavên hevdudanî dikare qertafekê jî bigire û him bibe hevdudanî û him jî pêkhatî.

1- Carinan ji bo dubarekirina hevalnavan bi guherîna gihaneka "û" bi awayê "o" bi cihkirina tîpa "m" li destpêka peyva duyemîn, hevalnaveke nû tê çêkirin.

Mînak:

• soromoro, şînomîno, xwaromaro, şaşomaşo...

2- bi dubarekirina navdêrê û alîkariya paşgira "î" jî hevalnav têne çêkirin.

Mînak:

• gulgulî, xetxetî, xelekxelekî, xalxalî, parçeparçeyî...

3- Hinek rêbazên din hene ku wateya hevalnavê xurt dike.

🔰Mînak:

• çîlsipî, sorgevez, sipsor, ripreş...

#Luqman

@HINKER
52
53

C- Bikaranîna zimên
بکارگیری زبان

1. Hevokên li jêr bixin forma boriya têdeyî.
۱. جملات زیر را به فرم ماضی ساده تبدیل کنید.

1- Ez li televîzyonê temaşe dikim.
- Min li televîzyonê temaşe kir.
2. Em li ber deryayê dimeşin.
- Em li ber deryayê meşiyan.
3. Tu bi ku ve diçî?
- Tu bi ku ve çûyî?
4- Hûn ê li ku derê bimînin?
- Hûn li ku derê man?
5. Ez ê pirtûka Rênas Jiyanî bixwînim.
- Min pirtûka Rênas Jîyanî xwend.
6- Ez ê nameyekê binivîsim.
- Min nameyek nivîsî.
7. Ez ranakevim.
- Ez raneketim.
8- Tu çima naçî?
-Tu çima neçûyî?

۱. من تلویزیون را تماشا میکنم.
- من تلویزیون تماشا کردم.
۲. ما کنار دریا راه می‌رویم.
- ما کنار دریا راه رفتیم.
۳. تو کجا می‌روی؟
- کجا رفتی؟
۴. شما کجا می‌مانید؟
- شما کجا ماندید؟
۵. من کتاب رناس ژیان را خواهم خواند.
- من کتاب رناس ژیان را خواندم.
۶. من یک نامه خواهم نوشت.
- من یک نامه نوشتم.
۷. من نمیخوابم.
- من نخوابیدم.
۸. تو چرا نمیروی؟
-تو چرا نرفتی؟


2- Hevokên li jêr sererast bikin.
۲. جمله های زیر را اصلاح کنید.

1- ez / mal / gihaştin / saet heftan
- Ez saet di heftan de gihaştim malê..
2- rojname / xwendin / ne /min
- Min rojname nexwend.
3- mal / firavîn / xwarin / min
- Min li malê firavîn xwar.
4- hatin /ne /duh / Rojan /dibistan
- Rojan duh nehat dibistanê.
5- heval / xwe / dîtin / duh/ min
- Min duh hevalên xwe dîtin.
6- Arda / balafir/çûn / Amed
- Arda bi balafirê çû Amedê.

۱. من/خانه/رسیدت/ساعت هفت
- من ساعت هفت به خانه رسیدم.
۲. روزنامه/خواندن/نه/من
- من روزنامه را نخواندم.
۳. خانه/نهار/خوردن/من
- من نهار را در خانه خوردم.
۴. آمدن/نه/ دیروز/روژان/دبستان
- روژان دیروز به مدرسه نیامد.
۵. رفیق/خود/دیدن/دیروز/من
- من دیروز دوستانم را دیدم.
۶.‌ آردا/هواپیما/رفتن/دیابکر
- آردا با هواپیما به (شهر)آمد رفت.

🎺 Stran
••••••••••••••••••••••••••••••••○•☆•○.☆
《Malan bar kir lê lê
Çûne waran lê
Dînê lê dînê lê dînara min
Goştê me xwar lê lê Mişk û maran lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min》
••••••••••••••••••••••••••••••••○•☆•○.☆

Rûpela 52📙

@HINKER
4. Çîroka Keçel û Apê

Li gundekî yekî keçel..hebû...(hebûn) û sêwî..bû...(bû). Ew li bal Apê xwe dima. Keçel yekî fêlbaz bû.
Rojekê keçel, bi apê xwe re...çû..
(çûn) nav zeviyan. Dem bû nîvro, keçelo birçî bû. Kêra apê xwe...dizî...(dizîn) û berê xwe da gund, çû cem jinapa xwe..got.. (gotin):
- Apê min got: "Biçe malê, ji jinapa xwe re bibêje bila gayê me şerjê bike, goşt bikelîne û ji me re bîne." Jinapa wî bawer..nekir...(ne/kirin). Îcar Keçelî got:
- Tu ji min bawer nakî va ye ji te re kêra apê min û wî got:
- Bi vê kêrê şerjê bike.
Bi vî awayî jinapa wî ji wî bawer..kir..(kirin) û....rabû...(rabûn) ga şerjê ...kir...(kirin). Goşt...keland...(kelandin) û ...da..(dan) keçel. Keçelî...rahişt... (rahiştin) çend nanên sêlê û berê xwe...da...
(dan) nav zeviyan. Li ser zeviyan, apê wî gava ku di destê keçel de goşt û nanên sêlê...dît..
(dîtin), şaş bû û got:
- Keçel, ev goşt çi ye û te ji ku..aniye..(anin)?
Keçelî got:
- Apo, gayê mala axê gund li ber mirinê bû, rabû şerjê kir û li gundiyan belav kir. Ev jî li para me ...ket...(ketin) û min anî.
Apê keçel li vê gotina wî bawer kir û her duyan bi hev re goşt...xwarin... (xwarin).
Êvarê gava ku...vegeriyan...(vegerîn) gund, jinapa Keçelo ji hevserê xwe re got:
- Mêro, ma te çima xwest em gayî serjê bikin?
Apê Keçelo got:
Gayê çi?
Jina wî got:
Keçelî kêra te anî, ji min re wisa got û min jî şerjê kir.
Apê keçelo...nezanî...(ne/zanîn) yê çi xweliyê li serê xwe bike, wî Keçel ji mala xwe...qewirand...(qewirandin).


۴. داستان پسرک کچل و عمویش

در یک روستا یک فرد کچل بود او یتیم بود. او پیش عمویش می‌ماند، پسرک کچل یک فرد دغل‌باز بود.
یک روز کچل با عمویش به مزرعه رفت. ظهر شد، کچل گرسنه بود، چاقوی عمویش را دزدید و به طرف روستا رفت، پیش زن عمویش رفت و گفت:
عمویم گفته :" برو خانه، به زن ‌عمویت بگو گاومان را سَر ببُر، گوشتش را بپز و برایمان بیاور"، زن عمویش باور نکرد. کچل بهش گفت:
- تو من را باور نداری اینم برایت چاقوی عمویم و او گفت:
- با این چاقو سر ببُر.
به همین ترتیب زن‌عمویش باور کرد و بلند شد گاو را سربُرید، گوشت پُخت و به کچل داد. پسرک کچل چند تا نانی که بر روی ساج پخته شده بود را برداشت و بسوی مزرعه رفت‌. در ابتدای مزرعه، عمویش زمانی که در دست کچل گوشت و نانی که بر روی ساج پخته شده بود را دید، تعجب کرد و گفت:
- کچل این گوشت چیه از کجا آوردی؟
کچل گفت:
- ای عمو، گاو کدخدای روستا در حال مردن بود، او بلند شد و سر برید و به روستاییان پخش کرد. این هم سهم ما افتاد و من آوردمش.
عموی کچل این سخن را باور کرد و هردو با هم گوشت را خوردند.
عصر هنگام زمانی که به روستا برگشتند، زن‌عموی پسرک کچل به همسرش گفت:
- ای مرد، چرا خواستی تا گاومان را سر ببُریم؟
عموی پسرک کچل گفت:
گاو چی؟
زنش گفت:
کچل چاقویش را آورد، برایم این‌‌ چنین گفت و من هم سر بُریدم.
عموی کچل نفهمید که چه خاکی بر سرش بکند، او پسرک کچل را از خانه‌ی خودش بیرون انداخت.

Rûpela 53📙

@HINKER
HTML Embed Code:
2024/05/13 20:08:28
Back to Top